içinde

Kovara Wêje û Rexne yê Hejmara 6an Derket!


Hejmara 6an ya kovara Wêje û Rexneyê bi serenavê “Wêje û Sirgûn” derket

Kovara ku bi giştî li ser lêkolîn, rexne û analyzen wêjeyî disekine ku ev şeş hejmare çap dibe, bi vê hejmareke nû dhisa li ber desta ye. Kovara çar mehane ku ji Amedê derdikeve, di her hejmarê de li ser mijareke taybet kûr dibe. Di vê hejmarê de jî mijara sereke ya dosyayê “Wêjeya Sirgûnê” ye.

Di çarçoveya dosyayê de hem gotarên bingehîn yê cîhanê li ser teoriya wêjeya sirgûnê hem jî li ser tecrûbeyên wêjeya sirgûnê ya cîhanê hene. Herweha di debarê wêjeya kurdî ya sirgûnê de hem li ser metnên wêjeyî hem jî li ser tevger û kovarên wêjeyî lêkolînên zanistî hene. Hevpeyvîneke dirêj bi Hesenê Metê re hatiye kirin di çarçoveya dosyayê de.

Ji bilî dosyaya li ser wêjeya sirgûnê, gelek gotarên li ser mijarên curbecur jî hene ku bala xwendevanan dikişînin. Yek jê ya akademisyenê kurd İbrahim Seydo Aydogan e ku li ser rewşa rewşanbîrên kurdan disekine. Herweha hevpeyvîneke bi rexnegir û aktivîstekî Afrîqî Ngũgĩ wa Thiong’ore hatî kirin li ser wêjeya bindestiyê xwedî hişmendiyeke nû ye. Di vê hejmara kovarê de tişta ku bala xwendevanan dikişîne ew e ku kovar bi giştî xwedî naverokeke dewlemend û pirrengî ye.

Kovara ku li pirtûkfiroşan û li ser înternetê li benda xwendevanên xwe ye, di hejmara 7an de jî wê li ser mijareke balkêş be. Mijara hejmara heftan ev e: “îmaj û temsîla salên 90î di wêjeya kurdî de”

Naveroka Kovarê:

Îbrahîm Seydo Aydogan:Rewşenbîrîya Rojhilatî û Bindestîyê li Kurdistanê

Memê Mala Hine:Wek Berhemeke Vekirî Mem û Zîn û Şîroveyên wê yên Ekstrem

Mîrza Baran:Bertekeke Derhisî li Hember Makînebûnê di Novellaya Herman Melville a Bartlebyê Nivîsevan de

Güneş Kan:Rengvedanên Zayenda Civakî di Helbesta Helbestvanên Kurd ên Jin de

Serdar Ay:Hevpeyvîn bi Ngũgĩ wa Thing’o re

Vecdi Demir-Xelîl Semed:Bîyanîbûn, Zayendî û Desthilatî di Berhemên Şener Ozmen de

Cihan Kaynar:Texeyula George Orwell: 1984

Necat Keskin:Mitirb û Mitirbî: Nasname û Vegotin

Musa Ekici:Formên Veqetandeka Nebinavkirî di Kurmancî de

Guneş Kan-Dawid Yeşîlmen:Li Ser Sirgûnî û Wêjeyê Hevpeyvîn bi Hesenê Metê re

Edward W. Said:Rengvedanên li ser Sirgûnê

Ş. Afrougheh-H. Safari – K. Azizi: Poetîkaya Sirgûnê: Gerîna Ber bi Welatê Serpêhatîyên Ronakbîrî ve

Mehmet Yonat:Dîyaspora û di Kovara Nûdemê de Dîyaspora

Omer Farûk Yekdeş:Sirgûnek di Nav(ber)a Rabirdû û Niha de

Francesco Marilungo:Ji Mekanê Sirgûnîyê ber bi Cîhê Nasnameyê ve: Temsîlên Wêjeyî Yên Bajarê Amedê di Wêjeya Kurdî ya Nûjen de

Dawid Yeşilmen:Sirgûn û Rewşenbîrî: Xwendineke Tematîk li ser Romana Firat Cewerî, Payîza Dereng

Îlyas Cembelî Suvağcî:Hêmanên Sirgûn û Penaberîyê di Romana 99 Morîkên Belavbûyî de

Sonja Galler:“… Ez Berê Nivîskarekî Elman bûm” Wêjeya Elmanî ya Sirgûnê di Serdema Sosyalîzma Nasyonal de

Helîm Yusiv:Wêjeya Kurdî li Derbiderîyê

Seyîd Çaçan:Qedrîcan û Xerîbî

Ne düşünüyorsun?

Yazar diwun

Orta Asya'dan Anadolu'ya Kayı Boyu

KYBELE ve ATTIS